TÛNCELÎ
Hişkayiyê tesîr li Avzêmên Mûnzûrê yên li Ovacika navçeya Tûnceliyê kir.
Avzêm li quntara çiyayê Mûnzûrê li qadeke 300 kometroyî 40 çavkanî hene. Welatiyên ku ji bo gerê hatin herêma avzêman, ji ber ku salên berê dibû şirelira avê û sêlavên biçûk ji avê çêdibûn, dema dîtin ku li herêmê dîmenên hişkahiyê derketine mat man.
Serkan Dermanliyê ji bo ku li Avzêmên Mûnzûrê bigere hatibû herêmê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Dermanli got ku "Ez her havîn têm û Avzêmên Mûnzûrê digerim. Îsal dema ez hatim mîn dîmenên cuda dîtin. Ez cara ewil e dibînim ku av ev qas kêm dibe, çavkanî ev qas dimiçiqin. Di rewşa asayî de di meha tebaxê de jî nehatiye dîtin ku vir av ziha bûye."
Suleyman Koçuk jî diyar kir ku ev 14 sal in li Avzêmên Mûnzûrê standê vedike û wiha axivî: "Di rewşa asayî de av di meha tebaxê de kêm dibin, lê îsal hê ji meha hezîranê vir ve av miçiqî. Dema mirov dibêje Avzêmên Mûnzûrê av tê bîra mirov. Ji ber ku îsal av zû ziha bû welatiyên ku tên vir bêhna wan teng dibe."
-Avzêmên Mûnzûrê
Avzêm çavkaniyên Robarê Mûnzûrê ne û bi xweşikahiyên xwezayî yên li hawirdora xwe balê dikşînin li ser xwe. Avzêm ji bo tûrîzma Tûnceliyê gelekî girîng in.
Gelê herêmê ji bo seyranê tên avzêman û ji Avzêmên Mûnzûrê masiyên tamxweş derdixînin.
Li herêma ku avzêm lê ne cihên rûniştinê, setên beton, hewzên biçûk û pire hene.