DİYARBAKIR/MARDİN
Endamên rêxistina terorê li Hênêya navçeya Diyarbekirê bi çek û roketavêjan êrîş bir ser Fermandariya Tabûra 3yemîn a Cendirmeyan.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, komeke ku ji kesên rûpêçayî pêk dihat bi çek û roketavêjan êrîş bir ser Fermandariya Tabûra 3yemîn a Cendirmeyan.
Hêzên ewlekariyê li hemberî êrîşê bertek nîşan da. Li navenda navçeyê demeke şer dewam kir.
Di şer de kes nemir û birîndar nebû lê hat diyarkirin ku di hin avahiyan de xisar çêbû.
Li navçeyê ji bo qefaltina terorîstan xebatên dorfireh dan destpêkirin.
-Mêrdîn
Alîgirên rêxistina terorê, li ser rêya Nisêbîna navçeya Mêrdînê berîqet danî û destûr nedan agirkujê da ku derbas bibe. Alîgiran nêzî 10 saetan wesayita agirkujê li vir da sekinandin û li hin sikakan jî kozik kolandin.
Endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê li ser pira Ahmet Kaya ya li Taxa Firatê berîqat danî û rê ji çûnûhatinê re girt.
Endaman mifteya agirkujê desteser kir û nêzî 10 saetan li vir da sekinandin.
Di vê navberê de hin endamên rêxistinê li hin sikakan kozik vedan, da ku wesayitên polêsan nikaribin jê derbas bibin.
Herwiha li Dargeçîtê jî endamên PKKya rêxistina terorê li ser rê bombe bi cih kirin û dema ku wesayitên leşkeriyê derbas dibûn bombe teqandin. Di teqînê de kes nemir û birîndar nebû.