DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo ewlehî û aramiya gel li ser kesên ku esrar û hişbirê îmal dikin û difiroşin operasyon dihatin kirin. Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê û Fermandariya Cendermeyan a Bajar par gelek operasyon li dar xistin û di nav salekê de ji bilî ya ku îmha kirin 70 ton esrar bi dest xistin.
Di operasyonan de firokeyên bê mirov jî hatin bikaranîn û bi saya tespîtên wan demildest leşker û yan jî polêsan digirt ser cihên ku esrar û yan jî kinf lê hene. Di encamê de kinf û esrara ku dihat bidestxistin heke mimkun bûya li nav erdan dihat îmhakirin. Lê heke ku wisa nebûya esrar dihat berhevkirin û hêzên ewlehiyê û cendermeyan dest didan ser.
Di encamên operasyonan de 70 ton esrara ku ji bo firotinê hatibû amadekirin hat bidestxistin û ji bo îmhakirina wê xebat hatin kirin. Polêsan esrara di telîsan de bi kamyonan birin cihê ku çopa Diyarbekirê jî dibinê.
Telîsên ku bi esrarê tijî bûn li vê derê hatin şewitandin û esrar bi vî awayî hat îmhakirin. Bihayê esrara ku hat îmhakirin 140 milyon bû.
Ji 70 ton esrara ku hat îmhakirin 40 tonê wê ya hûr bû û ji bo îmhakirinê 13 hezar lîre hat xerckirin.