VAN
Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) ji bo astengdaran du otobês sitandin. Rektorê Zanîngeha ZYYyê Prof. Dr. Peyamî Battal du otobêsên ku ji bo astengdaran sitandibû da naskirin. Zanîngehê berê ji bo astengdaran xebatên wekî asansor û rampa çêkiribû.
Rektor Prof. Sr. Peyamî Battal otobêsên ku hatibûn sitandin ceriband û got ku bi vê xizmetê dê astengdar bi hêsanî bikaribin serwîsan bikarbînin. Battal diyar kir ku wekî birêvebiriya zanîngehê ji bo ku jiyana astengdaran hêsantir bikin pêngavek din avêtin û wiha axivî:
"Ji bo ku zehmetiyên ku astengdar dikişînin kêm bikin xebatên xwe yên ku me berê jî dikir, berdewam kir û niha otobêsên me yên ku ji bo astengdaran hatiye amadekirin dest bi xizmetê kirin. Bi vê xizmetê dê astengdarên me, wesayîtên me yê serwîsê bi hêsanî bikarin bikarbînin. Li Wanê cara ewil ev otobês li zanîngeha me hat bikaranîn. Me otobêsan 430 hezar lireyê sitand û otobês niha di xizmeta amîriya wesayîtan a ZYYyê de nin. Wesayît li gor şert û mercên herêmê hatine çêkirin û di otobêsan de koltuk û rampa jî hene. Otobês bi xêr bin inşelah."