Li Diyarbekirê bi çek êrîşê tîma polêsan a ku li pey 2 dizan diçû hat kirin, di encamê de polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîma polêsan li pey 2 kesên ku li navçeya Baxlera Diyarbekirê dîzî kir û piştre bi motosîklêtê ji cihê bûyerê revîn çû. Di vê navberê de, li 3yemîn Sîteya Sanayîyê ji dizan yek ji ser motosîklêtê ket erdê û piştî vê bi çek êrîşê tîma polêsan kir.
Di bûyerê de polês Suleyman Sagdiç ji milê xwe birîndar bû. Sagdiç li Nexweşxaneya Dîcle Memorîalê tê tedawîkirin.
Ji bo girtina êrîşkaran xebatên lêgerînê dewam dikin.