Walîtiya Diyarbekirê got ku îro bi roj derketina derve qedexe nîne, lê qedexe sibê êvarê di saet 18.00an de dê dest pê bike û heta sibê saet 06.00an dewam bike.
Walîtiyê daxuyanî da û bi bîr xist ku li gor benda 11/Cyê ya qanûna Îdareya Bajêr ya bi 5442 hejmar, li seranserê bajêr, ji ber bûyeran asayîş xerab bû û ji ber vê çendê jî heta 9ê cotmehê saet 06.00an, derketina kuçe û kolanan hatibû qedexekirin.
Di daxuyaniyê de cih dan van agahiyan:
"Li navçeyên navendê yên wek Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehîrê û navçeyên wek Bismil, Silwan Dîcle û Licê ji ber bûyeran asayîş xerab bû û ji ber vê çendê di 9ê cotmehê êvarê di saet 18.00an de dê qedexe dest pê bike û heta roja înê saet 06.00an berdewam bike."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo hizûr û asayişa bajêr û ewlehiya gel divê hemû welatî li gor qedexeya derketina derve tevbigerin. Ev ji bo hizûra herêmê girîng e.