Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber êrîşa li ser Serokê Yenî Îhya Derê û endamê Huda Parê Aytaç Baran û bûyerên piştî êrîşê qewimîn hatin, binçavkirin derket 18yan.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşê operasyon hat kirin û 18 kesên ku wisa tê texmînkirin eleqeya wan bi bûyerê re heye hatin binçavkirin û muameleyên wan jî li midûriyeta ewlehiyê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyona hat lidarxistin de 7 tebance, 4 keleş, 20 tivingên nêçîrê, çekeke ku marqeya wê UZI ye, hezar û 84 fîşeng, 27 şajor, dûrbînek, 3 dar û kêrek hat girtin.