DIYARBAKIR
Li Balafirgeha Diyarbekirê du gumanbarên ku yek ji wan welatiyê Îspanyayê yê din jî welatiyê Fransayê û tê îdiakirin dixwazin ku kevirekî ku li ser neqş hene, derxînin derveyî welat hatin binçavkirin.
Midûriya Ewlehiyê daxuyaniyek da û got ku berhema dîrokî di kontrolên ku li balafirgehê tên kirin de di nav cihalekîş te hat bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike û wiha hat gotin: "Tê nirxandin ku kevirê dîrokî ya rengporteqalî ya ku li ser neqş hene parçeyek aidê dêreke ku ji dema bîzansiyan de maye ye. Gumanbaran di 12ê tebaxê de ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Îstanbûlê ketine welêt, tê gotin ku gumanbaran berhema dîrokî ji Qersê anîne."
Dan zanîn ku gumanbarê piştî miameleyên welatiyê Fransayê D.J.R (53) û îspanyol R.D.M (43) li Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê temam bûn, dê sewqî dozgeriyê bikin û dê berhemê jî bidin peywirdarên Midûriya Muzeyan.