DİYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê mensûbên rêxistina terorê PKKê bi çekên lûledirêj û roketan ve êrîşî hêzên ewlehiyê kir, leşkerek cangorî bû û 3 leşker birîndar bûn. Leşkeran nobeta înşaata santralê ya hîdroelektrîkê digirt.
Li gor agahiya ku hat hildan, serê sibê bi çekên lûledirêj û roketavêjan ve êrîşî leşkeran kirin.
Di êrîşê de leşkerek cangorî bû û 3 leşker birîndar bûn. Leşker rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û tedawiya leşkerên birîndar dewam dike.