Li Sûra navçeya Diyarbekirê terorîstan bi roketan ve êrîşî wesayîta polêsan kir. Di êrîşê de 2 polês cangorî bûn û 3 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, hêzên ewlehiyê serê sibê li hember kesên ku xendeq kolane û rê dibirin operasyonek dan destpêkirin. Dema operasyonê bi roketan ve êrîşî wesayîta polêsan kirin. Di êrîşê de 2 polês cangorî bûn û 3 polês jî birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Walîtiya Diyarbekirê ji bo welatî zirarê nebînin ferman da ku li navçeya Sûrê tu kes dernekeve derve.