İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo "Operasyona Şah Firatê" bi têlefonê li Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê hêzên Bejayê Orgeneral Hûlûsî Akar yek bi yek geriya û wan pîroz kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan, Serokomar Erdogan operasyona ji bo guhertina cihê Şah Silêman û Qereqola Rêzê bi şev teqîb kir.
Serokomar piştî ku operasyon bi dawî, bi têlefonê li Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hûlûsî Akar yek bi yek geriya û wan pîroz kir.
Serokomar Erdogan derbarê operasyona Şah Firatê de wiha got: "Tirbeya Silêman Şah û Qereqola Rêzê ya ku berê jî du caran cihên wan hatibûn veguhastin, dê dîsa li cihê xwe yê nû ya ku li gor peymanên navneteweyî hat diyarkirin be. Ev turbeya yadîgarê bav û kalên me dê her hebe."