KABÎL
Gelê Efganistanê ji bo hilbijartina serokomariyê dengê xwe didin.
Li ber cihên rayavêtinê ber destê sibehê qerebalix çêbû û digel baranê gel hewl dide ku mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne. Di hilbijartinê de 8 namzed hene û tîmên ewlehiyê li tevahiya welêt tewdîr girtin.
Rayavêtinê di saet 07.00an de dest pê kir û dê di saet 17.00an de jî bi dawî be. Heke rayavêtin neqede dibe ku ev dem bê dirêjkirin.
Di hilbijartinê de nêzî 12 milyon welatî dê dengên xwe bidin. Li gor îhtimalan di piyê yekemîn de tu namzedê bi tena serê xwe ji sedî 50î derbas neke.