19 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Li Efrîna navçeya bakurê Sûriyeyê bombeya di wesayîta Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) da hatibû bicihkirin teqiya, zarok jî di nav da 13 sivîl birîndar bûn.
Li Efrîna ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hat paqijkirin bombeyeke di wesayîta ANSyê da hatibû bicihkirin teqiya.
Di teqînê da jin û zarok jî di nav da 13 sivîl birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê daxuyandin ku li herêmên ji terorê hatine paqijkirin êrîşên bibombe ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va tên kirin, lê ji ber ku di êrîşan da sivîl zirarê dibînin rêxistin van êrîşan hilnade ser xwe.
Di 3yê Tîrmehê da jî dîsa li Efrînê bombeyeke ku li ser rê hatibû bicihkirin teqiyabû, polêsek miribû û 2 sivîl jî birîndar bûbûn.
Terorîstên YPG/PKKyî li gor peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya ku di 22yê Cotmeha 2019an da çêbûbû divê ji navçeya Til Rifatê derketana. Rêxistin ji wir gelek caran êrîşî Bab, Ezez, Cerablus û Efrînê dike.