27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê endamên PKKya rêxistina terorê dema ku wesaîta bizirx a polêsan derbas dibû, teqemeniya ku kiribûn erdê teqandin.
Li gor agahiyan li ser rêya Varto (Gimgim)-Xinûsê endamên PKKya rêxistina terorê dema ku wesaîta bizirx a polêsan derbas dibû, teqemeniya ku kiribûn erdê teqandin.
Piştî teqandina teqemeniyê terorîstan bi çekên lûledirêj êrîş kirin.
Hêzên ewlehiyê demildest bersiv dan û terorîst reviyan.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû û ji bo qefaltina êrîşkaran operasyon dest pê kir.