30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
MEZELÊ ŞERÎF
Milîtanên Talibanê êrîşî Şîrîn Tegaba navçeya Faryaba Efxanistanê kirin û di pevçûnê da 9 milîtan hatin kuştin.
Qaymeqamê Şîrîn Tegabê Seîd Loqman Gahrîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji du hêlan va êrîş hat kirin û wiha got: "Hêzên ewlehiyê demildest bersiv dan û di pevçûnê da 9 milîtan hatin kuştin."
Gahrîk diyar kir ku milîtan paşva vekişiyan.
Talibanê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye û do jî li Qeyser û Xormaça navçeyên Faryabê di operasyonan da 8 milîtan hatibûn kuştin.