Li Kovancilara navçeya Elazîzê bi mezinahiya 3,0ê erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku ji Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê hat stendin, navenda erdhejê navçeya Kovancilarê ye û erdhej di saet 07.21an de 10 kîlomêtro di bin erdê de qewimî.
Hat gotin ku erdhej ji navçeyên der û dorê jî hat hîskirin û bû sedema panîkê.