Durmuş Genç,Tezcan Ekizler
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 15 Sibat 2023
Li Elbistana navçeya Meraşê ya ku ji ber erdhejê nêzîkî 2 hezar avahî hilweşiyan xebatên paqijkirina kavilan dest pê kir.
Kavilên avahiyên li ser kolanên Saraykent, Kumbet û Malatyayê bi makîneyên kar va li kamyonan tên barkirin.
Wesayîtên ji binê kavilan tên derxistin jî datînin li kêleka rê.