Barış Yalçınkaya
30 Îlon 2022•Rojanekirin: 30 Îlon 2022
Li Tercana navçeya Erzincanê bi lerza 4,4ê erdhej çêbû.
Li gor agahiyên ji ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hatin parvekirin li Tercana navçeya Erzincanê di saet 00.49an da bi mezinahiya 4,4ê erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej bi qasî 7 kîlomtre di bin erdê da qewimî.
Waliyê Erzincanê Mehmet Makas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî erdhejê wezîfedar li herêmê lêkolînan dikin ka zirar û ziyan çi ye û wiha domand: "Li gorî tespîtên ewil di erdheja li navçeya me qewimî da niha zirar û ziyanek tuneye. Heta niha tu gilî û gazin jî nehatin. Me ekîbên xwe şand herêmê û lêkolînan didomînin."