Barış Yalçınkaya
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2022
Li Refahiyeya navçeya Erzincanê mîdîbus wergeriya û 21 kes birîndar bûn.
Li texma Kizildagê ya navçeyê, li ser êxbara ku mîdîbus wergeriya, ekîbên cendirme, îtfaiye, tenduristî û Midûriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) şandin cihê bûyerê.
21 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên bajar û navçeyên derdorê.
Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.
Hat gotin ku rêwiyên mîdîbusê ji bo ku ji Bursayê seba şînê herin Tunceliyê, bi rê ketine.