GAZÎANTEP
Li Entabê di awahiyekê de şewat derket û di encama şewatê de kesek mir.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, şewat li taxa Tepebaşiyê li ser kuçeya Arabaci Emin derket. Hat diyarkirin ku şewat di qatê duyemîn de derket û sedema wê ne diyar e.
Tîmên agirkujiyê midaxeleyî şewatê kir. Piştî şewat hat temirandin tîmên agirkujiyê ketin malê û ditîn ku Îbrahîm Polat (25) şewitiye.
Polêsan awahî qontrol kir û li ser sedema şewatê jî dest bi lêpirsînê kirin.