GAZÎANTEB
Li Gazîantebê Perwerdehiya "Ragihana Medyayê" ya ku bi hevkariya Navenda Lêkolînên Zanist, Perwerdehî û Çandê (BEKAM) û Anadolu Agencyê (AA) bi armanca perwerdeya nûçegihanan hat amadekirin, dest pê kir.
Kordînatorê navendê Nûrî Sinoplûoglû, di merasima vekirina qûrsê ya ku li Weqfa Bulbulzadeyê hat kirin de axivî û diyar kir ku Zanîngeha Gazîantebê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê û AAyê piştgirî dan xebata wan.
Sînoplioglû destnîşan kir ku wan wek BEKAMê studyoya têlevizyon û radyoyê ya ku teknolojiya herî dawîn tê de heye amadekirin e û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku fersendê bidin wan ciwanên ku dixwazin di qada medyayê de bixebitin û ji bo sektorê jî xebatkaran perwerde bikin. Nêzî 300 kesî serî li qûrsê da û ji nav wan 20 kes hatin hilbijartin û îro dest bi perwerdehiyê kirin."
Midûrê Herêma Gazîantebê yê AAyê Ahmet Caner Baysal jî got ku ew wisa bawer dike vê gava ku hat avêtin di qada perwerdehiyê de ji bo bajarên din jî wê bibe mînak û wiha dewam kir: "Anadolu Agencyê saziyeke 94 salî ye. Saziyeke ku ev qas emrê wê hebe helbet di qada rojnamegeriyê de xwedî tecrûbe ye. Em wisa bawer dikin ku perwerdehî wê bi awayekî serkeftî bidome."
Qûrs wê 4 hefteyan dewam bike û di mijara "wênekişandin", "dîmenkişandin" û "nûçenivîsandin"ê de wê perwerdehî bê dayîn.