GAZİANTEP
Serokê Odeya Zîraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose, ji nûçegîhanê AAyê re got ku îsotên li navçeyê tên çandin, piranî di pîşesaziyê û di çêkirina biharatan de tên bikaranîn.
Kose diyar kir ku di zevîyekî 20 hezar dekarî de îsot hatine çandin û got: "Çinîna îsotan dê 45 rojan bajo. Di çinînê de tu pirsgirêk tunene, lewra xebatkar têra xwe hene."
Kose destnîşan kir ku ne li benda zêdebûna rekolteya îsotê ne, lê belê bihayê îsotan li gor salên berê erzan in. Ji ber ku îsotên jî derve ketin pîyasê, bihayê îsotan daket.
Sala par bihayê îsotên ter 1,50 û 1,60 lîre bû, îsal jî daket 1,30 lîreyî. Sala par kîloyekî îsotên perçekirî 8 lîre û nîv bû, îsal bi 7 lîre û nîvî tê firotin. Bihayê îsotên neçêkirî ji 6 lîre û nîvî daket 5 lîre û nîvan.