ANKARA
Ji bo pîrozbahiyên Cejna Serfiraziyê ya 30yê Tebaxê û Roja Hêzên Çekdar yên Tirk li Anitkabîrê merasîm hat kirin.
Serokomar Abdullah Gul, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Wekîlê Serokê Dadgeha Destûrê Serrûh Kalelî, Seroka Şûraya Dewletê Zerrîn Gongur, Serokê Dadgeha Bilind Alî Alkan, Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Alî Babacan, hin endamên Lijneya Wezîran, hin Fermandarên Hêzan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û erkanên dewletê li ser Rêya Bişêr meşiyan.
Serokomar Abdullah Gul çelengeke bihîvûstêrkî ku ji qaranfîlên sor û spî hatine çêkirin û forsa Serokomariyê danîn ser mozeleya Ataturk. Piştî rawestyana rêzgirtinê Sirûda Neteweyî hat xwendin.
Gül ve beraberindekiler, daha sonra Misak-ı Milli Kulesi'ne geçti. Burada Anıtkabir Özel Defteri'ni imzalayan Cumhurbaşkanı Gül, deftere yazdığı metni okudu:
Serokomar Gul û yên ku pê re, paşê derbasî Birca Mîsak-i Mîllî bûn. Serokomar Gul li vê derê deftera taybet ya Anitkabîrê îmze kir û tişên ku di defterê de nivîsîn xwend. Gul diyar kir ku ev roj, ji rojên herî qedirbilind yên dîroka me yek e û divê her sal bi heman kêf û coşê bê pîrozkirin.
Serokomar Gul piştî merasîma li Anîtkabîrê derbasî Qesra Çankayayê bû û li wê derê pîrozbahî qebûl kirin.
Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Wekîlê Serokê Dadgeha Destûrê Serrûh Kalelî, Seroka Şûraya Dewletê Zerrîn Gongur, Serokê Dadgeha Bilind Alî Alkan, Endamên Lijneya Wezîran, Fermandarên Hêzan, hin parlementer, Musteşarê Serokwezîriyê Efkan Ala, alîkarên wezîran, Waliyê Ankarayê Alaaddîn Yuksel, Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Alî Em û gelek endamên dewletê Serokkomar Abdullah Gul pîroz kirin.