ÎSTANBUL
Li Gazîosmanpaşayê li herêma ku metro tê çêkirin, avahiyeke 5 qatî li ser kêlekê xwar bû û 8 malbatên di avahiyê da xwe avêtin derva.
Li ber avahiyê çal çêbû û wesaîta bi pleqeya 34 DJ 130yê jî ket çalê.
Li ser hewara welatiyan tîmên ÎGDAŞ, polês û agirkujiyê hatin herêmê. Polêsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê hildan û tîma agirkujiyê jî li 8 avahiyên li derdorê vala kirin û ceyran birîn.
Cafer Çinarê xwediyê wesaîtê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Ez di saet 19.30an da ji kar hatim. Di saet 21.00an da jî min dît ku di avahiyê da derz çêbûne. Me gazî endezyaran kir. Hatin û lê nihêrîn. Gotin ev normal e, herin razên. Peyra derzên di avahiyê da mezin bûn. Di saet derdora 03.30yan da avahî xwar bû û em revîn derva."