BATMAN
Saziyên Civaka Sivîl (SCS) ên li Sasonê ji ber ku li dijî gundparêzan gotinên di nav da tehdît hene serf kir Parlementera HDPyê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan şermezar kirin.
Serokê Egîtîm Bîr Senê yê Navçeyê Veysel Goktaş, Nûnerê Navçeyê yê Toç Bîr Senê Mutalîp Çelîk, Nûnerê Navçeyê yê Buro Memur Senê Necmettîn Çelîk û mezinên Sasonê li Rasta Komarê kom bûn û di daxuyaniyê da ji ber daxuyaniya ku da bû Ozkan şermezar kirin.
Çelîk li ser navê nûnerên SCSyan daxuyanî xwend û diyar kir ku hin aliyên fesad û hêzên tarî li Tirkiyeyê polîtîkaya cudakariyê pêk tînin, hewl didin ku dengê heqaniyetê bi zilmê va bibirin.
Çelîk got ku li dijî van lîstikan divê bi helwesta biratî, aştî, dostî û mirovahiyê bisekinin û wiha pê da çû:
"30 sal e hewl didin ku bira bi desta bira bên kuştin. Îro senaryoyên hê mezin danîne. Hewl didin ku mirovên me di vê senaryoyê da bibin fîguran. Di dîrokê da jî hewl dabûn ku vê baleyê berî ser vî miletî bibin. Em bawer dikin ku tu carî nikarin fesadiyê têxin nav me û tu carî bi mirazê xwe yê şa nebin. Zilm nayê qebûlkirin. Li vê derê heqê tu kesî tune ku ji yekê din ra bêje 'bicehimin ji vir herin'. Em van gotinên wisa û kesên ku van dibêjin şermezar dikin."
Haci Bekîr Çelîkê ji mezinên Sasonê jî wiha got: "Li vî welatî 30 sal e gundparêzên qehreman li dijî terorê têkoşîn dan ji can, mal û malbata xwe bûn, li pey xwe hêtîm hîştin. Hê neketine meclisê dibêjin yan vê derê terk bikin yan jî em ê bi çekan berî we bidin. Ji ber vê gotinê em Parlementera HDPyê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan şermezar dikin."