Li navçeya Şemdînliyê 4 kes di bin şepeyê de man. Ji bo kesên ku di bin şepeyê de man dest bi xebatan kirin lê ji ber ku bahoz çêbû navber dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê.
Hat ragihandin ku 4 kesên ji Îranê xwestin ku bi rêyên nefermî bikevin welêt, lê ev kes li navçeya Şemdînliyê di bin şepeyê de man. Li ser bûyerê, Qeymeqamtiya Şemdînliyê dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kir. Nasnava kesên ku di bin şepeyê de man wiha ye: Faxir Ahmet, Xebat Îsmaîl, Şakîr Salih û Adem Mustafa.
Ji bo lêgerîn û xilaskirinê 6 tîmên lêgerîn û xilaskirinê, ji 6 gundan welatî û ji Îranê nêzikî 200 kesî ji bo alîkariyê hatin cihê bûyerê. Lê mixabin t encamek nehat bi destxistin.
Li herêmê ji ber ku bahoz çêbû û tarî kete erdê, navber dan xebatên lêgerînê. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê didomin.