02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê 500 kîlo teqemeniya ku di nav keviran da hatibû veşartin û ser wê jî hatibû xwelîkirin hat dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo pêşîlêbirîn û deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatên xwe didomîne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser îxbara welatiyan ekîbên cendirmeyan li tanga gundê Gelîşenê derketin teqîbatê û wiha hat gotin:
"Di teqîbatê da 6 teqemeniyên ku ji 500 kîlo teqemeniyê hatibûn çêkirin û di nav keviran da hatibûn veşartin û ser wan jî hatibû xwelîkirin û hat dîtin. Teqemeniyên ku hatin tesbîtkirin li gor rê û rêziknameyê hatin îmhekirin û der barê mijarê da teqîbat dewam dike."