17 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2020
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şikefta 2 odeyî hat tesbîtkirin û di şikeftê da fîşenga roketavêjê, balafirşikên û cebilxaneya roketavêjan hat dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirin û pêşîlêbirîna çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê didomînin.
Di vê çarçoveyê da di operasyona li Girê Kur ê li Alkana gundê Çuxurcayê hat kirin da şikefta 2 odeyî hat tesbîtkirin.
Hat diyarkirin ku di şikeftê da jeneratorek, 15 funyeyê ceyranê, 17 fîşengên RPG-7a roketevêjê, 4 mihimatên RPG-7a roketevêjê, mihimata topa 57 mmyî, 51 fîşengên balafirşikênê, 2 aku, 157 mêtre kabloya ceyranê, 2 devên hîltiyê, 20 lître benzîn hat girtin.