Sıraç Karadeniz
24 Adar 2026•Rojanekirin: 25 Adar 2026
Li Şemzînana navçeya Hekariyê hezaza ku piştî barana gur çêbû, zirar da qata yekê ya xaniyekî 3 qatî.
Piştî barana gur a li taxa Karşiyakaya ser bi navçeyê bi şev hezaz çêbû.
Axa ku ji çiya şemitî, bi ser xaniyekî 3 qatî va herikî û zirar da qata wê ya binî.
Ekîbên şaredariyê lê cihê bûyerê vekolîn kirin û axa li derdora xanî vepêçayî vemaliştin.
Derya Uysala rûniştvanê xanî ji nuçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber baranê hezaz çêbûye.
Uysalê destnîşan kir ku hezazê zirar daye xanî û got, "Bûyer duhê şevê din çêbû. Em behetîn û me xwe avêt derva. Bi wê tirsê ne em dişên binivin ne jî em dişên bikevin xaniyê xwe. Em daxwaza alîkariyê ji rayedaran dikin."