02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Li Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da gelek çek û muhimat hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku xebatên hêzên Fermandariya Cendirmeyê Bajêr yên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê dewam dikin.
Herwiha hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da di xebatên ku 30ê hezîranê li gundê Geçimliyê li Girê Gerikê hatin kirin da çekeke doçka û 318 muhimatên wê hatin dîtin.
Çek û muhimat ji hêla hêzên ewlehiya va hatin îmhekirin.