Hikmet Temeş
29 Tebax 2024•Rojanekirin: 30 Tebax 2024
HAKKARÎ (AA) - Li Hekariyê şivanê ku bi êrîşa hirçê birîndar bû, bi hewl û xebata ekîbên AFAD û tenduristiyê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Cihat Kutlukê ku li gundê Otlucayê pez diçêrand, rastî êrîşa hirçê hat.
Li ser îxbara gundiyên bi rewşê hisiyan, ekîbên AFAD û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin. Ekîban Kutluk ji cihê lê birîndar bû, veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Hat diyarkirin ku rewşa Kutluk baş e.