Ahmet Aydın
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê di encama êrîşa terorîstên PKKyî de 3 leşker şehîd ketin û yek jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, terorîstên PKKyî ji herêma Çiyayê Basyan Xala ya Bakurê Iraqê ve seat derdora 18.00an bi mûşekê êrîşê yekîneyên sînorî yên ku di navbera Aktutun Bayrak Tepe û Daglicayê asayişa fealiyeta çêkirina rê diparastin kirin.
Di êrîşê de 3 leşker şehîd ketin û leşkerek jî birîndar bû.
Bi mebesta berterefkirina terorîstan li herêmê operasyon dan destpêkirin.