HAKKARÎ
Li gorî agahiyan kes an kesên ku nasnameya wan nediyar wesaîta Serokê Bajêr yê CHPê ku li taxa Pehlîvanê îqamet dike, bi molotofê şewitandin.
Welatiyên ku dîtin wesaît dişewite bangî tîmên agirkujiyê kirin. Timên agirkujiyê agir vemirand.
Di bûyerê de wesayîtê gelek zirar dît. Piştî bûyerê Mehmet Baş daxuyanî da nûçegihanan û got : "Min ev heq nekiribû. Bi salan e ku ez xizmeta gelê Hakkariyê dikim. Tenê erebeyek şewitî. Hezar heb erebe jî bişewitin, ez ê her tim xizmeta gelê xwe bikim.
Her wiha di heman saetan de li kolana Kayacanê xwestin ku bi molotofê wesaîta mamosteyekî jî bişewitînin lê tîmên agirkujiyê demildest midaxeleyî şewatê kir.