26 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê di encama êrîşa terorî de leşkerek şehîd ket.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li navçeya Şemdînliyê, li ser girê bi bilindahiya 2867 raqimê nêzîkî girê Tekelî-Gedikê û sînorê Îranê bi hawan û doçkayan êrîş hat kirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:
"Di encama hawanbarînê de guleyeke hawanê li ser gir kete nava mewziyekê de û leşkerek şehîd ket. Piştî bûyerê drone ji bo herêmê hatin sewqkirin û herêm hat topbarankirin. Di derbarê bûyerê de tehqîqat didome."