26 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li Baglara navçeya Diyaerbekirê, iddiaya ku hat gotin keçeke biçûk ji aliyê kesekî 20 salî ve rûbirûya îstismara cinsî hatiye, bê bingeh derket.
Li gorî agahiyan li ser iddiaya ku li hewşa mektebekê li ser caddeya Nukhet Coşkunê, keçeke biçûk ji aliyê kesekî 20 salî rû bi maske ve rûbirûya îstismara cinsî hatiye, polîsan dest bi xebatê kiribû.
Polîsan li ser wê bûyera ku gelê taxê bertek nîşanî dabû, dest bi lêkolîn venehirîna kamerayên çavdêriyê yên li wê dorberê kir. Polîsan herwiha li wê keça ku tê iddiakirin ku rûbirûyê îstismara cinsî hatiye û kurekî 11 salî ku hingî digel wê bû, guhdar kir.
Di encama lêkolînê de derket holê ku ew iddiaya ku di çapemeniyê de belav bibû bê bingeh e.