MARDÎN (AA) - Namzedê Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu got: "Niha şikir yê ku bixwaze suryankî, yê ku bixwaze kurdî, yê ku bixwaze jî dikare erebî biaxive.Divê em hemû qîmeta vê bizanibin."
Orhan Mîroglu xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Mîroglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku pêvajoya çareseriyê bû sedem ku li herêmê rewşeke aram çêbibe û wiha axivî: "Welatî piştgiriyê didin pêvajoyê. Ev pêvajo wê serkeftî bibe bila şika tu kesî çênebe. Heke guh bidana banga Abdullah Ocalan û beriya hilbijartinê kongreyeke çêkdanînê çêbûbûya û biryara paşve vekişînê bihata dayîn, hilbijartina li Tirkiyeyê wê di nav rewşeke bêtir aştî û aram de derbas bûbûya."
- "Heyama înkarkirinê paşde ma"
Mîroglu got ku li Tirkiyeyê di salên dawîn de guherîn çêbûn û heyama înkarkirinê paşde ma û wiha dewam kir: "Heyama înkarkirinê paşde ma. Heke ev heyam neqediya mirovên wek me wê di nav partiyên kurd de bixebitana. Lê îro kesên wek min, Muhsîn Kizilkaya û hevalên din tercîha xwe ji hêla AK Partiyê kirin. Li gor me yekîtiya siyaseta kurd û tirkan wê ji vir şûnde jî li parlementoyê bi xizmeta ve dewam bike."
- "Her kes dikare zimanê ku dixwaze biaxive"
Mîroglu got ku berê di mijara zimên de li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hebûn û wiha dewam kir: "Bi qanûnên demokratîk ên ku hikûmetê çêkir ve ev pirsgirêk ji holê rabûn. Dema ez di sala 2007an de namzedê parlementerê xweser bûm û çima min kurdî bangî gel kir der barê min de doz hat vekirin. Lê niha her kes bixwaze kîjan zimanî biaxive dikare biaxive. Ez jî kurdî û erebî diaxivim. Niha şikir yê ku bixwaze suryankî, yê ku bixwaze kurdî, yê ku bixwaze jî dikare erebî biaxive. Divê em hemû qîmeta vê bizanibin."