BİTLİS
Li Hîzanê 14 gumanbarên ku tevlî çalakiyên bêdestûr ên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanêyê hatin lidarxistin bûn, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, alîgirên rêxistina terorê bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanêyê, di 6 û 7ê kewçêrê de, li navçeya Hîzanê çalakiyên bêdestûr li dar xist. Serdozgeriya Komarê ji ber vê yekê lêpirsîn da destpêkirin.
Tîmên Şaxa li dijî têkoşîna Terorê di heman demê de, avêtin ser navnîşanên kesên ku beşdarî çalakiyan bûn û zirar dan malê kamuyê û êrîşê polêsan kirin.
Di operasyonan de 14 kes hatin binçavkirin.