ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, biryarnameya ku Tambi Esadê piyanîst ê Sûriyî wek welatiyê Tirkiyeyê qebûl dike îmze kir.
Tambî Esadê 16 salî yê piyanîst ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê revî û xwe sipart Tirkiyeyê. Tambî piştî ku hat Tirkiyeyê li Bûrsayê bi cih bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan Erdogan, ber êvarê biryarnameyê îmze kir.
Erdogan piştî ku biryarnameyê îmze kir, li Esadê ku hin pispor wî wekî "piyanîstê dahî" dibînin û dinirxînin geriya û mizgînîya welatîbûnê da wî. Erdogan li ser têlefonê Esad pîroz kir û ji bo pêşerojê jê re serkeftin xwest.
Tê gotin ku Tambî Esad piştî ku bibe welatiyê Tirkiyeyê, li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbirka navneteweyî ya li Rûsyayê, dê di navbera 10 û 14ê kanûnê de bê lidarxistin bibe.