BEXDA
Hat ragihandin ku li baregeha leşkerî ya li herêma et-Tarîmiye ya li bakurê paytext Bexdayê bi wesayîtên bombebarkirî du êrîş hatin kirin, di êrîşan de jimara kesên ku mirin derket 19an û jimara birîndaran jî derket 23yan.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Parastinê ya Iraqê hat bidestxistin, du êrîşkerên xwekujiyê berî sibê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî baregeha leşkerî kir. Di êrîşan de jimara kesên ku mirin derket 19an û jimara birîndaran jî derket 23yan.
Piştî êrîşê ambûlans hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar neqlê nexweşxaneyan kirin û li herêmê qedexeya derketina derve hat îlankirin, hêzên ewlehiyê ji bo dîtina berpirsyaran operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
Rayederan der barê bûyerê de hêj tu daxuyanî nedan.