Sefa Şahin
23 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
Li Goksuna navçeya Kahramanmaraşê di saet 12.19an da bi mezinahiya 5,3yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera AFADê, hejeke mezinahî 5,3yan a ku navenda lerza wê Goksuna navçeya Meraşê ye hat qeydkirin.
Hat diyarkirin, erdhej 7 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Li Kahramanmaraşê bi mezinahiya 4an erdhej çêbû
Li Kahramanmaraşê di saet 12.23yan da bi mezinahiya 4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ser malpera AFADê, erdhejeke mezinahiya wê 4 bû li Goksuna navçeya Meraşê çêbû.
Hat diyarkirin, erdhej 7 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Li heman herêmê di saet 12,19an da jî bi mezinahiya 5,3yan erdhej çêbûbû.