İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2020
Li Kahramanmaraşê gule berdan ser ekîba polêsan a ku ji bo binçavkirina bersûcê cinayeta li otêlê çêbû, di encamê da polêsek şehîd ket, polêsek birîndar bû, êrîşkar hat girtin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li ser agahiya kesekî dirûvê Muhammet Karataşê (22) ku ji ber cinayeta li Antalyayê lê digeriya dora Kolana Millî Egemenlîkê ya Taxa Îsmetpaşayê ye, ev kes li otêlê dimîne ekîbên polêsan şandin herêmê.
Ekîbên Amîriya Buroya Cinayetê ya Şaxa Asayîşê ya Midûriya Ewlehiyê dema ku çûn odeya otêlê ya qata 3yemîn da ji valahiya merdîvenan a ji qata jor gule berdan ser polêsan.
Di encama gulebaranê da yek jê xedar 2 polês birîndar bûn. Ji polêsên ku rakirin nexweşxaneyê yek jê nehat xilaskirin û şehîd ket.
Gelek ambûlans û ekîbên polêsan sewqî herêmê kirin. Polêsên herekata taybet operasyon bir ser otêlê. Midûrê Ewlehiya Bajêr Salîm Cebeloglu jî hat herêmê û der barê xebatan da agahî hildan.
Ji bo girtina bersûcê ku ji otêlê revî li tevahiya bajêr xebat dan destpêkirin.
Di daketin û derketina bajêr kontrol hatin zêdekirin û di wesayîtên ku li cihê kontrolê hatin rawestandin da kontrola nasnameyê hat kirin.
- Li kargeha melzemeyên nêçîrê difroşe dema gule distand hat girtin
Ekîban bersûc Muhammet Karat dema ku ji kargeha melzemeyên nêçîrê difroşe ya li Sîteya Oduncularê gule distand girt.
Gumanbarê ku birîndar hat girtin rakirin Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Yorukselîmê ya Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil.
Dema bersûc hat nexweşxaneyê kesên hawirdorê bertek nîşan dan.
- Kesê ku têkiliya wî bi bersûc ra heye, hat binçavkirin
S.Çyê (22) ku li gor tesbîtê têkiliya wî bi bersûc ra heye jî hat binçavkirin. Hat gotin, dema ku Karataş hatiye Kahramanmaraşê, 2-3 rojan li cem S.Ç. maye.
- Dema reva gumanbar di kameraya ewlehiyê da ye
Kameraya ewlehiyê dîmenên dema ji otêlê reva bersûc kişandin.
Di dîmenan da xuya dike ku gumanbar bi rev ji deriyê otêlê derdikeve û bi lez di nav qerebalixê da dimeşe.