DIYARBAKIR
Li Kelha Zêrzevanê ya li navçeya Çinara Diyarbekirê hestiyên mirovan hatin dîtin. Tê texmînkirin ku hestî yên 25 kesan in. Hestî di bin çavdêriya dozgerê komarê hatin berhevkirin û hat ragihandin ji bo tespît bikin ku ev hestî yên kîjan heyamê ne, hestî şandin Serokatiya Saziya Tiba Edlî.
Gundparêzan di sarinca bi qasî 7 metroyan kûr a di nav kavilên Kelha Zêrzevanê ya ji heyama Romayê maye de parçeyên hestiyan ditîn. Parçeyên hestiyan bi telîmata dozgerê komarê bi destê tîmên jendirmeyan hatin derxistin.
Lijneyeke ji Şaxa Diyarbekirê ya ÎHDê piştî bûyerê li herêma ku jendirme û gundparêzên berwext li wir bergiriyên ewlehiyê girtibûn, lêkolîn kir. Sekreterê Giştî yê Diyarbekirê yê ÎHDê Abdûsselam Înceoren piştî lêkolînê daxuyaniyek da û got ku parçeyên hestiyan ji bîrê hatin derxistin. Hestî bi texmînî yên 25 kesan in.