ANKARA
Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê diyar kir ku di çarçoveya Bernameya Şîrê Dibistanê de îsal 60 hezar û 770 ton şîr dê li xwendekaran belav bikin. Ev şîrê ku dê bê belavkirin jî di nav de hejmara şîrê ku heta niha hatiye belavkirin bi tevahî digihîje 143 hezar û 947 tonî.
Wezaretê da zanîn ku li dibistanan belavkirina şîr jî di 10ê sibatê roja duşemê ve dest pê dike û di hefteyê de sê roj jî dê dewam bike.
Destpêkirina bernameyê dê bi beşdarbûna Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû ve dê dest pê bike.