Türkan Tosun
29 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Li navenda Kilîsê û navçeyên wê mij û dûman heye.
Li bajêr û navçeyên Musabeylî, Elbeylî û Polateliyê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê heta 25 mêtroyan kêm bû.
Şofêrên li ser rêya Kilîs-Hatayê û Kilîs-Gazientabê ji ber mij û dûmanê bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Rayedaran hişyarî dan şofêran ku ew hêdî bajon, lembeyên xwe yên mijê vexin û kembera xwe jî girê din.