12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
KILÎS
2 guleyên rokêtên ku ji aliyê Sûriyeyê va hatin avêtin li eraziyê ku dikeve pişta lojmanên leşkerî yên nêzî Midûriyeta Ewlehiya Kilîsê û Qesra Edaletê ketin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 2 guleyên rokêtan ên ku ji aliyê Sûriyeyê hatin avêtin li eraziya li pişta Qesra Edaletê û lojmanên leşkerî yên nêzî Midûriya Ewlehiyê ya Kilîsê ketin.
Guleya rokêtê ku îsabetî lojmanên leşkerî kir neteqiya lê di avahiyê de xisar çêbû. Di bûyerê de tu kes nemir û birîndar nebû, piştî bûyerê hêzên ewlehiyê welatî ji herêmê dûr xistin û bergiriyên ewlehiyê zêde kirin. Pisporên îmhakirina bombeyan jî li cihê bûyerê xebatên berfireh dan destpêkirin.