28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
Di qezaya trafîqê ya li Kiziltepeya (Qoser) navçeya Mêrdînê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, wesayîta ku plaqeya wê 34 PLT 86 e ya ya ku ji Qoserê ber bi Mêrdînê diçû, para va li minîbusa ku plaqeya wê 47 M 2014 e û ajovanê wê Yilmaz Denîz (35) e da. Ji ber hevduqelibînê herdu wesayît jî welgeriyan şarampolê.
Yilmaz Denîz û jina wî Gulcan Denîz ên di minîbusê de birîndar bûn. Eşkere bû birîndarên ku bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê jê rewşa Gulcan Denîzê hê jî cidî ye.
Ji ber qezayê bo demekê rêya Mêrdîn-Kiziltepeyê hat girtin û li ser rê ji wesayîtan rêzeke dirêj çêbû. Piştî rakirina wesayîtên ku qeza kirin, rê li ber trafîqê vebû.