MUŞ
Li Kopa navçeya Mûşê li Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal bi arîkariya welî û rayedarên dibistanê roja "xwarina xengelê" hat lidarxistin.
Çalakî li kantîna dibistinê hat lidarxistin. Qaymeqamê navçeyê Omer Şahîn, gelek dadger û dozger, Midûrê Ewlehiyê yê navçeyê Denîz Edîp, Serbijîşkê Nexweşxaneyê Dewletê yê Bûlanikê Sadrettîn Aslan, midûrên dibistanan, mamoste û gelek welatî beşdarî çalakiya xwarinê bûn.
Midûrê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal Nevzat Turuncu daxuyand ku pereyê xengela ku hat firotin, ew dê ji bo îxtiyacên dibistanê xerc bikin.