Li ser îdiayên ku li Hozata navçeya Dêrsimê mezelê 24 kesên ku di dema bûyerên Dêrsimê de hatine kuştin xebatên kolandinê dest pê kirin û xebatên kolandinê îro jî dewam kir.
Li ser îdiayên ku li gundê Karabakirê li texma Sekesureyê mezelê 24 kesên ku ji malbatên Canan û Baran in, heye, do ber destê sibehê xebatên kolandinê dest pê kir. Serdozgerê Komarê yê Hozatê, tîmên lêkolînê û pisporên saziya tipa edlî jî di xebatan de cî digirin û hêzên cendirmeyan jî li ciyê kolandinê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Parêzerê malbatan Cîhan Soylemez daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku xebatên kolandinê do dest pê kir û îro jî dewam kir û wiha axivî: "Di encama xebatên do û îro de 10 heb hestiyên serî hatin dîtin. Hin ji van hestiyan ên zarokan in. Eşyayên şexsî jî derketin. Eynikên bêrîkê û mohra mixtariyê ya Hasan Canan ku wê demê mixtar bû. Li ser mohrê Hasan dinivîse û tarîx 1930 ye. Îro jî qovana guleyekê hat dîtin. Wê xebatên kolandinê dewam bike. Hestiyên din jî derdikevin. Hestiyan tesnîf dikin û dikin kîsan."
Ji endamê malbatê Huseyîn Baran (40) destnîşan kir ku sala par jî xwestin li vir mezelê bîrdariyê çêkin û hestiyên merivan dîtin û wiha got: "Me serî li Serdozgeriya Komarê ya Hozatê xist. Ji bo testa DNAyê pêvajoya hiqûqî dest pê kir. Li gor texmîna me ev hestiyên bav û kalên me ne."
Baran diyar kir ku piştî testa DNAyê bila hestiyan bidin me da ku em li gor şertên dînî veşêrin.