Serdema nû ya parlementoyê vê hefteyê dest pê dike.
550 parlementer ên ku ji bo Serdema 25emîn a Parlementoyê hatin hilbijartin dê di 23yê hezîranê roja sêşemê li Lijneya Giştî sond bixwin.
Ji rûniştina yekemîn a destpêka serdema nû ya yasadanînê heta ku serok hat hilbijartin, Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Denîz Baykal ku parlementerê herî kal e dê serokatiya demkî bike. Baykal piştî ku peywir ji Cemîl Çîçek wergirt dê tevî parlementer û burokratên Meclisê di saet 14.00an de çeleng dayne ser Bîreweriya Ataturk a li nava Kampusê û dû re dê rêza xwe nîşan bide.
Lijneya Giştî ya TBMMyê dê di serokatiya Serokê Demkî Baykal de di saet 15.00an de bicive. 6 parlementerên herî ciwan dê bi nobedarî di Dîwana Serokatiyê de beşdariya Baykal bikin.
TBMMyê lîsteya 6 parlementerên herî ciwan ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) xwest. Li gorî lîsteya ku hat şandin parlementerên herî ciwan ev in; Parlementera HDPyê ya Wanê Tugba Hezer ku bûyîna wê 1989 e, Parlementera AK Partiyê ya Tokatê Fatma Gaye Guler ku bûyîna wê 1988 e, Parlementera HDPyê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalan ku bûyîna wê 1987 e, Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Abdurrahîm Boynukalin ku bûyîna wî 1987 e, Parlementera HDPyê ya Mêrdînê Enîse Gubeylî ku bûyîna wê 1986 e û Parlementera AK Partiyê ya Antalyayê Sena Nûr Çelîk ku bûyîna wê jî 1986 e.
Piştî ku li Lijneya Giştî ya TBMMyê de Baykal rûniştina ewil vekir û şûnde dê ewil bixwe sond bixwe û dû re parlementer dê li gorî bajarên xwe û li gorî rêza alfabetîk werin ser kursî û sond bixwin. Di rûniştina ewil a Meclisê de dê mijareke din neyê gotûbêjkirin.
Li bendê ku rûniştina ewil wekî sê beşan heta derengiya şevê bidome.