Önder Beyter
09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2020
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş ragihand ku li gorî encamên destpêkê yên erdheja ku bi lerza 4,4an li navçeya Battalgaziyê çêbû, rewşeke neyînî tuneye.
Li gorî agahiya li ser malpera AFADê, hej di 23.57an da 7,01 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû.
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da ji bo hemû xelkê Meletiyê hêviya silametiyê kir.
Baruş diyar kir ku ekîb li qadê lêkolînên pêwîst dikin û wiha dewam kir, "Heta niha rewşeke neyînî ya ku gihîştiye ber destê me tuneye. Ekîbên me lêkolînên xwe yên li taxên li navenda erdhejê didomînin."
Walî Baruş bal kişand ku ew rûdanê ji nêz va dişopînin.